Li Hong Kongê keştî ji ber bahozê bû du parçe: Bi dehan kes winda ne

Hat destnîşankirin ku li Hong Kongê keştîyeke ku 30 rêwî û ji 20î zêdetir personel tê de bûn ji ber bahozeke bi dijwar bû du parçe.

Ekleme: 02.07.2022 16:20:34 / Güncelleme: 02.07.2022 16:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji teref Serwîsa Firandina Hikumeta Hong Kongê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku bahoza Chabayê jîyanê bi xirabî tesîrdar dike ji ber vê yekê keştîyek bû du parçe.

Hat ragihandin xebatên lêgerîn-xelaskirinê berdewam dikin û heta niha 3 personel hatin xelaskirin.

Li herêmê xebatên xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)