Li Hîndîstanê hêjmarên mîrîyan derket 27 kesan

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Manîpura Hîndîstanê hezaz pêk hatibû, di encama hezazê de gelek mirovan canê xwe ji dest da bûn û hêjmarên wan mirîyan jî derket 27 kesan.

Ekleme: 02.07.2022 14:25:32 / Güncelleme: 02.07.2022 14:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Roja Pencşemê di înşeata rêya trêna ku li herêma Moneya Manîpurêyê ye de hezaz pêk hatibû û gelek kes miribûn, ji ber vê yekê hêjmarên mirîyan zêde dibe.

Di çarçoveya xebatên xelaskirinê de cesedên çend kesên dinê jî hatin derxistin.

Hat ragihandin ku heta niha 27 kes canê xwe ji dest dan û xebatên ku ji bona kesên di bin enqazê de mane bên xelaskirin hê jî berdewam dike.

Hat îfadekirin ku di nav wan kesên ku cesedên wan hatine dîerxistin de leşker jî hene. (ÎLKHA)