AFAD ji bo 12 bajaran re hişyarî da: Ji lehî, zîpik û bahozê re hişyar bin

AFAD, ji welatîyan re ji ber barana ku li 12 bajaran tê hêvîkirin bibare li hember lehî, zîpik, bahoz û brûskê hişyarî da.

Ekleme: 02.07.2022 08:50:11 / Güncelleme: 02.07.2022 08:50:11 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hîsaba medyaya civakî ya AFADê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li gorî agahîyên ku Meteorolojîyê hatine bidestxistin, îro ji seatên nîvroyê pê ve, li bajarên Enqere, Çanqiri, Qirikkale, Qonye, Aksaray, Nigde, Kirşehîr û derdorê Qeyserîyê, bakura Mêrsîn û Edeneyê, başura Sêwas û Boluyê baraneke bi dijwar tê hêvîkirin ku bibare. Li hember lehî, brûsk, barîna zîpikê û bahozê bi tedbîr bin.” (ÎLKHA)