Li Dîyarbekirê di avahîyeke 13 qatî de şewat derket

Hat destnîşankirin ku li navçeya Kayapinara Dîyarbekirê di avahîyeke 13 qatî de şewat derket, şewat bi mideheleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin. 2 kesên ku ji dûmanê tesîrdar bûn jî hatin tedawîkirin.

Ekleme: 01.07.2022 14:35:33 / Güncelleme: 01.07.2022 14:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şewat li Bûlwara Mahabada li navçeya Kayapinara Dîyarbekir di derveyê avahîyeke 13 qatî de derket.

Şewat di demeke kin de derveya avahîyê girt. Kesên ku şewatê dîtin xeberê ji ekîbên îtfaîye û tenduristîyê re şîyandin. Ekîbên ku hatin cihê şewatê ji bona tedbîrê mirovên ku di nav avahîyê de rûdinêştin tehlîye kirin. Şewat, bi midexeleya ekîbên îtfaîyeyê hat tefandin û di encama şewatê de 2 kes ji dûmanê tesîrdar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa herdu birîndaran jî baş e. (ÎLKHA)