Li Hîndîstanê hezaz: 17 mirî

Hat destnîşankirin li wîlayeta Manîpura Hîndîstanê di herêmeke înşeatê de hezaz pêk hat, di encama hezazê de herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.07.2022 14:05:32 / Güncelleme: 01.07.2022 14:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin roja çarşemba borî li navçeya Noneya Manîpurê di herêma înşeata rêya tirênê de, di dema çêkirina rê de hezaz pêk hat. Herîya ku şiqitî li ser karkeran û leşkerên ku li wê derê wezîfeya parastina karkeran bi cih dianîyan ket.

Ji rayedaran ve hat dîyarkirin ku ji ber hezazê bi derxistina 9 cesedan hêjmarên mirîyan derket 17 kesan.

Rayedaran, ragihandin ku xebatên xelaskirinê hê jî berdewam dike, heta niha 18 kes bi saxîtî hatin xelaskirin, hat îfadekirin ku herî kêm 50 kes hê jî di bin hezazê de ne. (ÎLKHA)