Barzanî: Hikumeta Iraqê, gerek rêz li heqên makeqanûnîya Herêma Kurdistanê nîşan bide

Mesrur Barzanîyê Serokê Kurdistana Başur, daxuyanîyek belav kir û ji hikumeta Iraqê re bang kir.

Ekleme: 30.06.2022 15:45:32 / Güncelleme: 30.06.2022 15:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî, di daxuyanîya xwe de bal kişand ku, di serî de meseleyên neft û xazê û pirsgirêkên ku di navbera hikumeta federal û Herêma Kurdistanê de heye di nav çarçoveya makeqanûnîyê de bê çareserkirin.

Barzanî, di daxuyanîya xwe de îfade kir, Herêma Kurdistanê mesulîyetên xwe di çarçoveya makeqeqanûnê de bi cih tîne, di berdewama axavtina xwe de got ku Hikumeta Iraqê gerek ji heqên makeqanûnî ya Herêmê re rêz nîşan bide û bi Herêma Kurdistanê re jî bi wek herêma federî miamele bike.

Barzanî, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Herêma Kurdistanê ji peymanê re daîma bi rêya mizakereyê amade ye û di vê peymanê de jî gerek heqên Herêma Kurdistanê û menfeatên xelqê Iraqê bên parastin. (ÎLKHA)