Koçberan li çolê ji ber bêavîyê canê xwe ji dest dan

Hat destnîşankirin ku li herêma Çola Sehra ya Lîbyayê 20 koçber ji ber bêavîyê canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 30.06.2022 14:55:30 / Güncelleme: 30.06.2022 14:55:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Usame Elîyê berdevkê ekîba serwîsa acîl û alîkarîya ‘ewil yê Lîbyayê derheqê meseleyê de daxûyanîyek belav kir û got ku ew cesedê 20 koçberên ku ji ber bêavîyê canê xwe ji dest dane di nav erebeyek de dîtin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin cihê ku cesedê koçberan hatin dîtin 120 kîlometre dûrê sînora Çadê û 320 kîlometre jî dûrê li Çola Lîbyayê ya bajara Kufreyê ye.

Li gorî xeberên mehellî tê texmînkirin ku li ser mirina koçberan nêzê du hefteyan derbas bûye. (ÎLKHA)