Îşxalkeran pitikek û zarokek di nav erebeyê de terkê mirinê kirin

Hêzên rejima îşxalker a sîyonîst, li Qudsê dê û bavekî yên ku di nav erebeyek de bûn desteser kir, ji ber vê yekê zarokek û pitikekê jî terkê mirinê kirin.

Ekleme: 30.06.2022 14:40:30 / Güncelleme: 30.06.2022 14:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xuyangên ku di hîsabên medyaya civakî de hatine belavkirin, Misilmanên Filistînî, li Qudsê di nav erebeyek de dengê girînê dibihisin û kehnîya wê dengê digerin, di encama gerîna kehnîya dengê de dîtin ku pitikek û zarokek di paşîya erebeyek de bi tenê mane.

Di xuyangê de tê dîtin ku zarok û pitik gelek tirsîyane, dê û bavê wan jî bi beheneya ku îznê wan yê têketinê tineye ji teref hêzên rejima îşxalker a sîyonîst ve hatine desteserkirin.

Mirovên ku medyaya civakî dixebitînin ji tenê hêştina zarok û pitika ku ji teref rejima îşxalker ve di nav erebeyê de hatine hêştin re bertek nîşan dan. (ÎLKHA)