Li Efxenistanê bi beşdarbûna bi hezaran aliman civînek hate lidarxistin

Rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, bi tevî alimên li 4 çar alîyê welêt bi 3 hezar û 500 aliman û giregirên herêmê re civîneke îstîşareyê li dar xist.

Ekleme: 30.06.2022 14:30:33 / Güncelleme: 30.06.2022 14:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtina Ulemayan ya ku li Kabîla Efxenîstanê tê lidarxistin dest pê kir.

Ji vê hevdîtina ku alimên ji çar alîyê welat û giregirên heremê beşdar bûn re Mele Muhammed Hassan Ahundê Serokwezîrê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê û rayedarên bilind ên Efxenîstanê jî beşdar bûn.

Serokwezîr Ahund di civîna ku ji çapemenîyê re girtî hat lidatxistin de axivî û di axavtina xwe de ji alim û serokên ‘eşîret ên ku beşdarê civînê bûne re sipasîyan kir.

Ahund di axavtina xwe de bi bîr anît ku ew hemû kesên ku li hember micahidan herbê kirine piştî dawîkirina îşxala Emrîqayê efu kirin e, lê kesên ku ji Efxenîstanê revîyane neyartîyên xwe didomîn in.

Mele Ahund di axavtina xwe de weha got, “Niha sîstemeke Îslamî hat sazkirin, ji bona ku em wê biqewet bikin lazim e ku çi ji destê me bê em wê tiştê bikin. Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, ji bona feqîrîya ku heye bê dawîkirin di her herêmê de micadele dike. Di hinek meseleyan de dibe ku pirsgirêk hebin lê kê ku wan pirsgirêkan bi me re belav bike emê jî gavên ji bona çareserîya wan pirsgirêkan dê bavêjin.”

Mele Ahund di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku parastina sîstema Îslamî wezîfeya serokan, zanayan û giregiran e, bal kişand eger ku pirsgirêkek hebe ji bona çareserîya wê pirsgirêkê lazim e ku hemû kes micadele bike. (ÎLKHA)