Di şewata daristanê de qemyon qelibî: 4 birîndar

Hat destnîşankirin ku li navçeya Marmarîsa Muxlayê karkerên ku beşdarê xebatên tefandina şewata daristanê bibin qeza kirin.

Ekleme: 29.06.2022 08:15:37 / Güncelleme: 29.06.2022 08:15:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qemyoneke ku aîdê Midirtîya Xebatxaneya Daristanê ya Qeyserîyê ye û ji bo tefandina daristanê wezîfedar e, li navçeya Dînara Efyonkarahîsarê ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê qemyonê û 3 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin. Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Dînarê.

Hat îfadekirin ku rewşa birîndaran baş e. (ÎLKHA)