Li Agirî û Îdirê ji ber barana zêde lehî rabû

Hat ragihandin ji ber barana ku li Agirî û Îdirê zêde barîya lehî rabû û rêbeja Îdir-Naxçîwanê ji çûyîn û hatinê hat girtin.

Ekleme: 28.06.2022 16:20:40 / Güncelleme: 28.06.2022 16:20:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Bazîda Agirîyê ji ber lehîyê li 3 gundan bi navê Qerebilax, Gurçibilax û Taxilka 19 mal di bin avê de man û li Îdirê ji ber lehîya ku rabû rêbeja Îdir-Naxçîwanê ji çûyîn û hatinê hat girtin.(ÎLKHA)