Doza mala Dedeogullari yê ku 7 kes ji wan hatibûn kuştin îro hat dîtin

Li navçeya Merama Konyayê di encama êrîşa ku li mala Kurdekî hatibû kirin de ji heman malbatê 7 kes hatibû kuştin ku doza vê qetlîamê îro hat dîtin.

Ekleme: 28.06.2022 15:35:33 / Güncelleme: 28.06.2022 15:35:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bersûcên girtî yên bi navê Mehmet Altun, Lutfî Keleş û Alî Keleş ji ser SEGBÎSê beşdarî dozê bûn.

Di doza ku hat kirin de parêzerê malbata mala Dedeogullariyê daxwaz kir ku dosyaya cinayetê û dosyaya wan geşedanên berî cînayetê pêk hatine bibin yek û bên xistin nava dosyayekê.

Doz aku îro hat dîtin hat taloqkirin.(ÎLKHA)