HUDA PAR: Qaleyên çandê me gerek bi zarokan bên şênkirin

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derheqê rojeva hundir û derve de daxuyanîya nivîskî hat belavkirin.

Ekleme: 28.06.2022 15:10:19 / Güncelleme: 28.06.2022 15:10:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê perwerdegehên Quranê ya havînê û fealîyetên ji rê derketîyan de nirxandinan hat kirin.

Qaleyên çandê me gerek bi zarokan bên şênkirin

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Em di vê dewra ku xebatên ku ciwanîyê îfsad dike eşkere bûne û zarokên me dûçarê xirabûnê dibin de, hemû kesên ku xwedîyê mesulîyetêne û hestyarin, derheqê girtina tedbîran de hişyar dikin. Sebrê me yê ku bêdereng mayîn û windakirina nesleke dinê tuneye. Hemû fealîyet û bernameyên ku menewîyatên zarokên me pêşve bibin lazim e ku bên alîkarkirin.

Ji bona ku zarokên me îbadetê û exlaqa xweşik hîn bibin, ji bona ku Qurana me ya ‘ezîz bixweyînin û hîn bibin eleqeyên wan yên bi mizgeftên me yên ku qaleyên çandên me ne bê qewetkirin. Gerek em ji zarokên xwe re mizgeftan bidin hezkirinê û ji bona vê hezkirinê jî çi ji destê me tê gerek em bikin û dê û bav jî gerek hemû mesulîyetên ku li ser wanin bi cih bînin. Em di vê çarçoveyê de fealîyetên ku di mizgeftan de tên kirin baş dibînin û alîkarîyê didin. Di vê çarçoveyê de hemû xelqê xwe yên hestyar de’wetê mizgeftan ku ‘Perwergehên Quranê ya Havînê’ ku li 90 hezarî zêdetir mizgeftan di 27ê Hezîranê-26 Tebaxê de bên tertîpkirin dikin; û bang dikin ji bona ku van xebatan fealîyetan di nav salê de jî bên kirin bang dikin.”

Fealîyetên ji rê derketîyan ji bo welatê me şermayîye

Di berdewama  daxuyanîyê de weha hat gotin, “Wan ji rê derketîyên ku bi hereketên bêexlaqîyên ku xezaba Xwedê kaşê li ser xwe kirîye navê xwe dane bihîstandin, bi şeklê organîzeyî li welat negohdarkirina qanûn û nîzaman berdewam dikin. Wan organîzyonên ku ji teref Ewrupa û Emrîqayê ve bi sîyasî, aborî û lojîstîkî tên alîkarkirin, ji bo navê Emperyalîzma Rojavayê fealîyetan dike. Hinek hikumetên ku dibînin ku di alîyê civakî û sîyasî de talûkeyê di xwe de dihewîne, ji ber êrîş û zorîtîya emperyalîsta rojavayê ditirsin eleqeya xwe bi wan koman nakin. Wan komên ji rê derketîyên ku xwe bi kesên ku kes nikare ji wan hesab bipirse dibînin û hatine netebtandin, di her firsetê de heqaret li muqeddesetên Îslamê dikin û ji bona ku ji wan re ciheke ku azadîyeke bêwext bê dayîn şantaj û êrîşan dikin. Di vê rewşê de, hatîye dîtin van komên ji rê derketî yên ku tehdîtkirina Serokkomar jî natirsin ji bo welat êdî bûne tehdîdeke mezin.

Ji teref hinek dewletan ve hatîye fêhmkirin ku van koman ji bo malbat, nesl, civak û welat re talûkeyeke mezin in fealîyetên wan li welatên xwe dan qedexekirin, lê em dibînin ku li Tirkîye wan fealîyetên wan bi qanûnî di bin ewlehîyê de ne û ev tişt ji bo welatê me şermekî mezin e. Li hember vê talûkeya zexel gerek bi acîlî tedbîr bê girtin û hemû fealîyet û organîzasyonên ji rê derketî neqanûnî bên îlankirin, wan qanûnên ku ji ber Peymana Stenbolê hatine derxistin û rê ji komên ji rê derketî re vedike bi lez û bez bên fesxkirin. (ÎLKHA)