Li Hîndîstanê avahî hilweşîya: 3 mirî

Hat destnîşankirin ku li wîlayeta Maharaştraya Hîndîstanê avahîyek hilweşîya, di encama hilweşîna avahîyê de 3 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 28.06.2022 12:10:00 / Güncelleme: 28.06.2022 12:10:00 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, avahîyeke ku li herêma Kurlaya bajara Mumbaîya Maharaştrayê ye hilweşîya.

Di encama hilweşînê de ji cihê meseleyê re ekîb hatin sewqkirin, di enqaza avahîyê de jî cesedê 3 kesan hatin derxistin û 12 kes jî bi saxîtî hatin xelaskirin.

Derheqê meseleyê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)