Li Ukraynayê ji navenda danûstandinê re fuze hat avêtin: 18 mirî

Hat destnîşankirin ku li bajara Kremenchuka ku li herêma Poltavaya Ukraynayêye ji danûstandinê re bi fuzeyan êrîş hat kirin, di encama êrîşê de herî kêm 18 kes canê xwe ji dest dan û 59 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.06.2022 09:10:00 / Güncelleme: 28.06.2022 09:10:00 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hêjmarên mirîyên ku di êrîşa danûstandina Amstorê de mirin zêde dibe.

Ji teref rayedarên herêmê ve hat daxuyandin ku hêjmarê mirîyan derket 18 kesan û 59 kes jî birîndar bûn.

Rusya doh li gorî seatên Ukraynayê di seat 15.50yan de bi fuzeyên X-22yan êrîş li danûstandina Kremenchukê kiribû. Piştî êrîşê şewateke mezin derketibû û belav bûbû.

Zelenskî, di Telegramê de peyamek belav kiribû weha gotibû, “Xeyal kirina hêjmarê qurbanan bêumud e. Ji Rusyayê hêvîkirina exlaq û însanîyê bereday e.”  (ÎLKHA)