Li Kastamonû otobûs qeza kir: 1 Mirî 19 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Kastamonûyê otobûseke rêwîyan ji ber rêya ku ji baranê şemîtokî bûye ji rê derket û qelibî. Di encama qezayê de şofêr canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 28.06.2022 09:05:30 / Güncelleme: 28.06.2022 09:05:30 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ku ji Kastamonûyê diçû Qonyeyê li ser rêya Kastamonû D030-D756yê ji ber rêya ku piştî baranê şimitokî bûbû şofêr hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û otobûs qelibî.

Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil şofêrê otobûsê canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn. Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar piştî midexeleyên ‘ewil hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)