Li Nîjeryayê kulî ketin nav ‘erdên zîreatê

Hat destnîşankirin ku li alîyê bakura Nîjeryayê kulîyên çolê ketin nav ‘erdên zîreatê û zirarê dan ‘erdan.

Ekleme: 28.06.2022 08:15:34 / Güncelleme: 28.06.2022 08:15:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dr. Maimuna Habibuyê  Serokê Karên Beytarîya Federalî yê Nîjeryayê daxuyand, li wîlayetên Zamfara, Kebbî û Sokotoyê kulîyên çolê li ‘erdên zîreatê belav bûn û zirarê dan ‘erdan.

Habîbu di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku rewş roj bi roj  xirab dibe û gerek hikimet li ser ‘erdên zîreatê dest bi dermankirinê bike. (ÎLKHA)