Li Komarîya Demokratîka Kongoyê êrîşa bi çekdar: 24 mirî

Hat destnîşankirin ku li Komarîya Demokratîka Kongoyê du êrîşên bi çekdar pêk hatin, di encama êrîşan da 24 sîvîl hatin kuştin.

Ekleme: 27.06.2022 16:55:39 / Güncelleme: 27.06.2022 16:55:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kînos Katuhoyê serokê sazîya civaka sîvîl yê bi navê Mamove ku navend Komarîya Demokratîka Kongoyê ye, derheqê êrîşê de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku ji teref Hêzên Îttîfaqa Demokratîk yê li rojhilata welêt fealîyetan dike ve êrîş li sîvîlan hat kirin.

Katuho, di berdewama daxuyanîya xwe de bang kir ku di encama du êrîşên cuda de 24 sîvîl canê xwe ji dest dan.

Hat dîyarkirin ku di êrîşê de hinek gund hatin şewitandin û 15 kes jî winda ne. (ÎLKHA)