Li Kastamonuyê ji ber lehîyê çem bi ser ve çûn

Li Kastamonuyê piştî barana ku zêde barîya çem bi ser ve çûn û pireke hesinî jî hilweşîya.

Ekleme: 27.06.2022 15:30:40 / Güncelleme: 27.06.2022 15:30:40 / Xeberen Kurdi / Kastamonu Haberleri
Destek için 

Piştî hişyarîya barana zêde ya ku ji teref meteorolojîyê ve ji bo Kastamonuyê hatibû kirin re li bajêr ji doh êvarî heta ber destê şeveqê barana zêde barîya.

Ji ber barana zêde lehî rabû, çem û rûbar bi ser ve çûn û  pireke hesinî jî hilweşîya.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de kêlîya hilweşîna pireke hesînî ji teref kamerayan ve hatiye qeydkirin.

Piştî baranê ji ber îhtîmala serveçûna çema ku ji navenda navçeya Îneboluyê derbas dibe rayedaran welatîyan hişyar kirin da ku dîqqet bikin. Her wisa rêbeja Kastamonu-Înebolu ji ber rîska hilweşînê ji trafîkê hat girtin.(ÎLKHA)