Li Îngîlîstanê teqîn: Birîndar hene

Hat destnîşankirin ku li bajara Bîrmînghama Îngîlîstanê teqîn pêk hat, di encama teqînê de xanîyeke du qatî xira bû û 1 jê giran tevde 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.06.2022 10:25:33 / Güncelleme: 27.06.2022 10:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li bajara Bîrmînghamê teqîneke ku hê sedema wê nayê zanîn pêk hat.

Di encama teqînê de xanîyeke du qatî xira bû û li derdorê jî hinek xesar pêk hat.

Hat dîyarkirin ku teqîn nêzê 2 kîlometre dûrîtî ve jî hat bihîstandin û ji teref alîkarkirina mirovên derdorê ve keseke giran birîndar ji nav xanî hat derxistin. Di encama teqînê de 3 kesên dinê jî birîndar bûn.

Piştî teqînê ji cihê meseleyê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristî hatin sewqkirin.

Polês, sedema teqînê digere. (ÎLKHA)