Li Hîndîstanê mînîbûs qeza kir: 7 mirî 14 birîndar

Li wîlayeta Karnatakaya Hîndîstanê mînîbûsek qeza kir, di encama qezayê de 7 kes canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 27.06.2022 10:05:32 / Güncelleme: 27.06.2022 10:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku li bajara Belgauma li wîlayeta Karnatakaya Hîndîstanê mînîbûseke ku karker tê de bûn ket nav newalê.

Di encama ku şofêrê mînîbûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir de mînîbûs ket nav newalê, di encama qezayê de 7 karker ji cihê qezayê canê xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)