Li Kolombîyayê 4 kesên ku di binê trîbûnê de man mirin

Hat destnîşankirin ku li Kolombîyayê trîbûna stadyûmê ku li wê derê gulaşên gayê tê kirin hilweşîya, di encama hilweşîna trîbûnê de 4 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 27.06.2022 09:05:32 / Güncelleme: 27.06.2022 09:05:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di bernameya guleşandina gayan a San Pedroyê de trîbûnek hilweşîya. Di encama qezayê de 4 kes canê xwe ji dest dan, ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin gaya ku ji bona guleşandinê hat derxistin stadyûmê jî ji stadyûmê revîya û ket nav kuçeyên El Espînalê û di mirovan de tirs pêk hat. (ÎLKHA)