Siyonîstên dagirker 14 Filistînî desteser kirin

Siyonîstên îşxalker li Şerîeya Rojava ya ku bin di îşxalê de ye êrîş li dar xistin û 14 Filistînîyan desteser kirin.

26.06.2022 12:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyonîstên îşxalker danê vê sibehê li herêmên Nablus, Salfit, Tulkarm, Beyt Ummar û Beytlehmê yên Şerîeya Rojava ya dagirkirî di ser malan de girtin.

Dagirkerên ku avêtin ser malan û lêgerîn kirin, di nav de girtiyên berê jî hebûn 14 Filistînî desteser kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filistînê Maatî, siyonîstên îşxalker di Gulana sala 2022`an da li Şerîeya Rojava di êrişên xwe de 10 Filistînî  qetil kirin  û 603 Filistînî jî desteser kirin.(ÎLKHA)