Kursên Qur'anê yên Havînê sibê dest pê dikin

"Kursên Qur'anê yên Havînê" yên ku her sal ji teref Serokatiya Karên Diyanetê ve bi betlaneya havînê ya dibistanan tên vekirin dê sibe dest pê bike û di 26ê Tebaxê de bi dawî bibe.

Ekleme: 26.06.2022 12:30:33 / Güncelleme: 26.06.2022 12:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kursên Qur'anê yên havînê yên ku tê plankirin bi kordînasyona Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Perwerdehiyê ya Serokatiya Karên Diyanetê ji bo 8 hefteyan di serdemekê da li mizgeft û qursên Qur'anê bên lidarxistin dê di 27ê Hezîranê de ango sibe dest pê bikin.

Xwendekarên ku dixwazin beşdarî qursan bibin divê di navbera 20ê Hezîran û 4ê Tîrmeha 2022an de bi serê xwe an jî bi dê û bavê xwe serî li qursên mizgeft û Quranê bidin.(ÎLKHA)