Li Kolombiyayê 3 ton tiryak hat bidestxistin

Hêzên Deryayî yên Kolombiyayê dest danîn ser 3 ton kokaîn û esrarê.

Ekleme: 26.06.2022 10:40:32 / Güncelleme: 26.06.2022 10:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Diego Molano daxuyaniyek da û diyar kir ku di operasyona tiryakê ya ku ji aliyê hêzên deryayî ve hatiye lidarxistin de 3 ton madeyên hişbir ên ku ji bo şandina welatên Amerîkaya Navîn hatibûn amadekirin hatin desteserkirin.

Molano diyar kir ku hişbirên ku li herêmên Choco û Valle del Cauca hatine girtin 6 milyon dozên kokaîn û esrar in.

Nirxa tiryakên ku hatin bidestxistin li bazara reş bi 82 milyon dolarî tê texmînkirin. (ÎLKHA)