Hejmara koçberên ku ji ber tundiya polêsan li ser sînorê Îspanyayê mirin derket 23yan

Hejmara koçberên ku ji ber tundiya polêsan a li dijî koçberên ku hewl dan ji bajarê Sînor ê Melîlla yê Îspanyayê bi rêya behrê ji Fasê derbasî welêt bibin, mirin derket 23yan.

Ekleme: 26.06.2022 10:35:12 / Güncelleme: 26.06.2022 10:35:12 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zêdetirî 1500 koçberên ku dixwestin ji Fasê bi rêya behrê derbasî Îspanyayê bibin, danê sibê dema ku dixwestin li sînorê bajarê Melîllayê ji têlan derbas bibin, bi polîsan re ketin pevçûnê.

Di şer û pevçûna ku derket de ji ber midaxeleya bêhevseng a polîsan, ji duh ve 5 koçberan jiyana xwe ji dest dan ku bi van mirinên dawî hejmara koçberên ku ji ber tundîya polêsan canê xwe ji dest dan derket 23yan.(ÎLKHA)