Li Qeyserîyê serwîsa karkeran qelibî: 9 birîndar

Li navçeya Develîya Qeyserîyê mînîbûsek ku karker tê de bûn qelibî, di encama qezayê de 9 kes birîndar bûn.

Ekleme: 25.06.2022 11:35:17 / Güncelleme: 25.06.2022 11:35:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destnîşankirin ku di seatên serê sibê de mînîbûsa bi plaqeya 38 TE 668ê li Taxa Sîndelhoyukê ji ber ku hê sebeba wê nayê zanîn ji rê derket û li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê mînîbûsê û 8 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cihê qezayê re ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Karkerên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)