Li Sêrtê di navbera koricîyan de pevçûna bi çekdar: 2 mirî 3 birîndar

Li navçeya Xesxêra Sêrtê di navbera koricîyên ku di wezîfeyê de bûn de pevçûna bi çek pêk hat, di encama pevçûnê de 2 kes mirin û 3 kes jî giran birîndar bûn.

Ekleme: 25.06.2022 11:15:36 / Güncelleme: 25.06.2022 11:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li gorî îddîayan li gundê dewetvanana li navçeya Xesxêrê, di navbera koricîyan de di berê di ji ber ‘erdan neyartî derktibû. Di navberan alîgîran de di dema wezîfeyê de gelemşe derket. Di encama gelemşeyê de şikdarê fîrarî yê ku navê wê hê nehatîye hînbûn gule daye li ser H.B., A.A., A.B., H.G. û A.D. di encama pevçûnê de 5 kes giran birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê pevçûnê re ekîbên 112 û cenderme hatin sewqkirin.

Kesên birîndar bi midexeleya ‘ewil bi helîkopteran hatin şîyandin Tugaya Fermandayîna 3yemîn û ji li wê derê jî hatin sewqkirin Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehîya Sêrtê.

Li vê derê jî digel tamamî midexeleyan H.B û A.Ayê ku giran birîndar bûbûn canê xwe ji dest dan.

Hat hînbûn ku cenderme li derdorê gund û nexweşxaneyê ewlehîyek mezin girt.

Ji bona şikdarê ku revîyaye bê qefaltin jî lêgerîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)