Li Norwêçê êrîşa bi çekdar: 2 mirî 14 birîndar

Hat destnîşankirin ku li Norwecê di klûba şevê de êrîşa bi çekdar pêk hat, di encama wê êrîşê de 2 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.06.2022 10:55:36 / Güncelleme: 25.06.2022 10:55:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya mehellî li Osloya paytexta Norwecê kesek bi çeka xwe ket nav klûbeke şevê û êrîş li hindir kir.

Di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 2 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin êrîşdarê ku piştî êrîşê revîya hat qefaltin.

Derheqê sebeba êrîşê de tu agahîyek hê nayê zanîn lê tehqîqata ku derheqê meseleyê de hat destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)