Li Kirgîzistanê qemyon li payeyan qelibî: 6 mirî

Hat destnîşankirin ku li bajara Oşa Kirgîzistanê qemyonek li peyayan qelibî, di encama qezayê de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.06.2022 14:35:36 / Güncelleme: 24.06.2022 14:35:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin qemyoneke ku komir barkirîbû li Ceddeya Kasimbekovê li gundê Jany-Maalaya ku girêdayê navçeya Kara-Suuye ji ber ku şofêrê qemyonê hakimîyeta direksîyonê winda kir li peyayên ku li kêleka rê disekînîyan xist û dû re qelibî.

Di encama qezayê de 2 jê pîrek, 3 jê zarokên qîzîn û pitikek tev de 6 kes canê xwe ji dest dan.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)