Li Efxenîstanê erdheja peyhatî: 5 mirî û 11 birîndar

Li wîlayeta Paktîkaya Efxenîstanê erdhej pêk hat, di encama erdhejê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 5 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.06.2022 14:25:36 / Güncelleme: 24.06.2022 14:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bahtara ajansa xebera fermî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê di hîsaba xwe ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku li navçeya Gayana ku girêdayê wîlayeta Paktîkayêye erdhejek pêk hat û navenda erdhejê jî navçeya Gayanayê hatîye qeydkirin.

Di encama erdhejê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 5 kes canê xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.

Tê endîşekirin ku hêjmarên mirî anjî birîndaran zêde bibe.

Derheqê mezinahîya erdheja peyhatî de tu agahîyek nehat belavkirin.

Roja çarşemba borî erdhejeke di mezinahîya 5,9an de ku wîlayetên Paktîka, Host, Paktîa, Nangarhar û Lahmanê jî tesîrdar kiribû pêk hatibû. Di encama wê erdhejê de jî ji 1000 kesî zêdetir mirov canê xwe ji dest dabûn û ji 1500 kesî zêdetir mirovan jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)