Ji Karwana Hêvîyê ya Entabê ji bo feqîr û mihtacan kermes

Karwana Hêvîyê ya Entabê, ji bona malbatên feqîr û mihtac û ji bo xwendekaran kermesek tertîb dike.

Ekleme: 24.06.2022 12:30:37 / Güncelleme: 24.06.2022 12:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Karwana Hêvîyê ya Entabê ku bi alîkarîyên xwe malbatên feqîr û mihtac kêfxweş dike û ji wan re dibe hêvî.

Weqf, di vê çarçoveya alîkarîyê de li Entabê kermesek tertîb kir.

Hat destnîşankirin ku kermes li Parqa Gazîkent Mehmet Annaçê ku li Taxa Atakenta li navçeya Şehîtkamîla Entabêye tê danîn û ew ê heta 26ê Hezîranê roja Yekşemê jî berdewam bike û di navbera seatên 10.00 û 22.30yan de bê danîn.

Hat dîyarkirin ku ew ê di kermesê de xwarin, cil, sol, tiştên ji bo erhelê û zicacîye, şîvên kevneşopî û tiştên dinê hebe.

Mustafa Ozaslanê Serokê Karwana Hêvîyê yê Entabê derheqê kermesê de daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku ew ê qezenca ku di vê kermesê de bê komkirin ji bo malbatên feqîr, mihtac û ji bo xwendekaran bê xerckirin.

Di berdewama daxuyanîya Ozaslan de hat îfadekirin ku ji bona ku alîkarî li kermesê bê kirin hinek kes tênê danûstandinê dikin ev tişt jî gelek kêfan wan tîne.

Ozaslan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Xwedê Teala ji wan kesên ku ji bona alîkarîyê bidin kermesê tênê li vê derê danûstandinê dikin razî bibe. Di vê çarçoveyê de haya kesên ku ji kermesa me tuneye jî em bi xêra we wan jî agahdar dikin û wan jî de’wetê kermesê xwe dikin. Di kermesa me de ji cilan heta xwarinê, ji şîvên kevneşopî heta tiştên erhelê hene. Wek ku hûn jî zanin Entab li alîyê şîvê de gelek dewlemend e. Ji ber vê yekê em hemû xêrxwazan de’wetê kermesê xwe dikin û daxwaz dikin ku ji vê kermesê jî xêrê bibînin.” (ÎLKHA)