Weqfa Êtîman, ji bo Efxenîstanê dest bi alîkarîyê kir

Weqfa Êtîman ku ji bona bi hezaran kesên ku li Efxenîstanê di encama erdhejê de canê xwe ji dest dabûn kampanyeyek dabû dest pê kirin, di vê çarçoveyê de li herêmê şîva germ belav kir.

Ekleme: 24.06.2022 11:50:35 / Güncelleme: 24.06.2022 11:50:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Êtîman, li Efxanîstan a ku erdhejeke ku di mezinahîya 5,9an de pêk hatibû û gelek kes zirarê dîtibûn dest bi belavkirina şîva germ kir.

Weqfa Êtîman, piştî erdhejê bi şîara “Ji Efxanîstanê re Alîkarîya Acîl” kampanyeyek dabû dest pê kirin, ji bo kesên ku daxwaz dikin alîkarîyê bikin û agahîyek bi dest bixin jî nimereya 0549 540 29 21 belav kiribûn.

Ahundzade ji cîhanê re banga alîkarîyê kiribû

Mele Heybetullah Ahundzadeyê Serokê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê , ji ber erdhejê peyamek belav kiribû û di peyama xwe de jî ji cîhanê re, ji sazîyên xêrê û hemû sazîyên alîkarîyê ên însanî re ji bo ku alîkarîyê ji xelqê Efxenîstanê re bikin banga alîkarîyê kiribû. (ÎLKHA)