Li Rusyayê balafira barkêşî ket

Li bajara Ryazana Rusyayê balafireke barkêşî ya ji tîpa Ilyushin Il-76 e ket.

Ekleme: 24.06.2022 11:05:37 / Güncelleme: 24.06.2022 11:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat destîşankirin ku balafir 200 kîlometre li alîyê başûra Moskowayê li nêzê bajara Ryazanayê ket xwarê û di encama ketina balafirê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Rayedaran, derheqê balafira ku sîvîl e an jî fermîye de hê tiştek bidestnexistine.

Hat dîyarkirin ku ji qezayê re gelek ekîbên îtfaîye û tenduristî midexele kirin, şewata ku piştî qezayê derket jî di demeke kin de hat tefandin. (ÎLKHA)