29 kes ji şewata Marmarîsê tesîrdar bûn

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê daxuyand ku 29 kes ji şewata ku li navçeya Marmarîsa Muxlayê derket tesîrdar bûn û ji wan tedawîya 2 kesan jî hê berdewam dike.

Ekleme: 24.06.2022 10:40:33 / Güncelleme: 24.06.2022 10:40:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr koca derheqê şewatê de ahagîyên dawî belav kir û weha got, “Di şewata ku li alîyê Bodubet Hîsaronûya navçeya Marmarîsa Muxlayê pêk hat de, li gorî daneyên dawî 29 kes ji şewatê tesîrdar bûn. Ji wan 12 kes bi ambûlansan ji cihê şewatê hatin rakirin nexweşxaneyê, 17 kes jî hewce nehat dîtin ku bên rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî hê 2 kes tedawîyên wan berdewam dike.” (ÎLKHA)