Li Meksîkayê pevçûn: 4 jê polês 12 kes mirin

Li wîlayeta Guadalajaraya Meksîkayê, di navbera hêzên ewlehîyê û endamê çeteyan de pavçûn pêk hat, di encama pevçûnê de 4 jê polês tevde 12 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 24.06.2022 10:30:37 / Güncelleme: 24.06.2022 10:30:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat dîyarkirin ku polês ji ber îxbarekî çû bajaroka El Saltoya ku gêrîdayê wîlayetê ye, di encama çûndina polêsan de êrîş li wan hat kirin û di encama wê êrîşê de pevçûn pêk hat û 4 polês û 8 endamên çeteyan canê xwe ji dest dan.

Di encama pevçûna ku ji seatekî zêdetir berdewam kir de 8 endamên çeteyê jî hatin binçavkirin.

Hat destnîşankirin ku derheqê pevçûnê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)