Ji HAMASê ji bo Mahmud Ustaosmanoglu peyama tezîyeyê

Hereketa Berxwedana Îslamî (HAMAS), ji bo Mahmud Ustaosmanogluyê serokê Cemaeta Îsmaîlaxa yê ku doh êvarê rehmet kir, ji cemaeta wî û Misilmanan re daxwazîya sersaxîyê şîyand.

Ekleme: 23.06.2022 15:05:36 / Güncelleme: 23.06.2022 15:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMAS, di piştî rehmetkirina merhum Mahmud Efendîyê ku piştî jîyaneke ku bi îlmê Îslamî, xebatên perwerdehî û de’wetkirina Îslamê tijîye û li şeva pencşemê li Stenbolê rehmet kir de, ji alema Îslamê re peyama xwe yê tezîyeyê teqdîm kir.

HAMAS, di daxuyanîya xwe ya sersaxîyê de weha got, “Dema ku em şîna vê alîmê hêja dikin, emê wê cihê wî yê şanazî û rolê wî yê alîkardayîna di serî de ji de’wa Filistîn, Quds û El Eqsayê re û ji de’weyên Îslamê ya neteweyî re kîrîye bîrva nekin.”

Hereket, ji Şêx efendî re daxwazîya rehmê û efukirinê, ji malbata wî, xwendekarên wî û Misilmanên li ser cîhanê yên ku wî hezdikin re jî daxwazîya sebrê kir. (ÎLKHA)