Li Efxanistanê di nîvê havînê de bagera berfê: 12 zarok canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li parêzgeha Kunara Efxanistanê ji ber bagera berfê 12 zarok canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.06.2022 12:09:44 / Güncelleme: 23.06.2022 12:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji Bahtara ajansa fermî ya xeberan a Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê hatine wergirtin li navçeya Sukkîya girêdayê parêzgeha Kunarê  berf barîya û digel berfê bager rabû. Di encama berf û bagerê de 12 zarok canê xwe ji dest dan û bi dehan heywan jî telef bûn.

Tê diyarkirin li wargeha ku bilindahîya wê 4 hezar metro ye ji doh heta niha metro û nîv berf barîyaye.(ÎLKHA)