Li Efxenîstanê di mezinahîya 4,3yan de erdhej

Hat destnîşankirin ku li bajara Feyzabada wîlayeta Badahşana Efxanîstanê di mezinahîya 4,3yan de erdhej pêk hat.

Ekleme: 23.06.2022 11:35:30 / Güncelleme: 23.06.2022 11:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên Navenda Sîmolojîya Neteweyî ya Efxenîstanê li gundê Jurmaya ku girêdayê bajara Feyzabada wîlayeta Badahşana Efxenîstanê ye erdhejek pêk hat.

Hat dîyarkirin ku mezinahîya erdhejê 4,3 hatîye qeydkirin û erdhej 220 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Doh jî li Efxenîstanê di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hatibû, di encama wê erdhejê de jî ji 1000 kesî zêdetir mirov canê xwe ji dest dabûn û ji 1500 kesî zêdetir mirov jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)