Ji 3 welatan ji Efxenîstanê re alîkarî

Pakîstan, Îran û Qetar piştî erdheja ku li Efxenîstanê pêk hat ji bo kesên ku ji erdhejê tesîrdar bûne alîkarîyê gihaştin.

Ekleme: 23.06.2022 10:40:30 / Güncelleme: 23.06.2022 10:40:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Zebîhullah Micahidê Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê daxuyand, Pakîstan 8 qemyon, Îran 2 balafir û Qetar jî Balafirek tijî alîkarî şîyand.

Micahîd, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku lazimatîya wan yê bi piranî ji cil, xwarin û dermanê re heye, ji welatan re jî bang kir ku ew ji wan hêvîya alîkarîya însanîyê ne.

Li rojhilata Efxenîstanê doh di mezinahîya 5,9an de erdhejek pêk hat, di encama wê erdhejê de jî ji 1000 kesî zêdetir mirov canê xwe ji dest dan û ji 1500 kesî zêdetir mirov jî birîndar bûn. (ÎLKHA)