Mahmut Ustaosmanoğluyê serokê Cemaata Îsmaîlaxa rehmet kir

Mahmut Ustaosmanoğluyê 93 salî yê serokê Cemaata Îsmaîlaxa rehmet kir, çû axiretê. Mahmut Ustaosmanoğlu Xoce hinek dem li nexweşxaneyê di bin tedawîyê de bû.

Ekleme: 23.06.2022 10:05:31 / Güncelleme: 23.06.2022 10:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mahmut Ustaosmanoğluyê serokê Cemaata Îsmaîlaxa, li nexweşxaneyê tedawîya gurçikan didît û di ‘emrê xwe yê 93 salî de canê xwe ji dest da.

Mahmut Ustaosmanoğlu Xoce Şêxê Cemaata Îsmaîlaxayê ku Terîqeta Neqşîbendîyê ye bû, li Stenbolê di nexweşxaneyek taybet de tedawîyê didît.

Di hîsaba medyaya civakî ya Weqfa Xizmet û ‘Îlm Mizgeft Îsmîlaxa de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Şêxê me yê yarê me Hezretê me Mahmut Efendî rehmet kir, çû axiretê. Serê hemû ummetê Muhammed sax be.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku cenazeya Ustaoglu ew ê sibê piştî nimêja înê li Mizgefta Fatîhê bê rakirin.

(ÎLKHA)