Li Kuweytê parlamento hat fesihkirin

Meşal el-Ehmed el-Sabahê Welîahdê Kuweytê qerar da ku bi makeqanûnî Meclisa Neteweyî fesih bike û banga hilbijartinên giştî bike.

Ekleme: 22.06.2022 17:05:36 / Güncelleme: 22.06.2022 17:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meşal el-Ehmed el-Sabahê Welîahdê Kuweytê, di gazîkirina neteweyîyê de axivî û weha got, “Li gorî heqê xwe yê makeqanûnî me qerar da ku Meclisa Neteweyî betal bikin û hilbijartinên giştî bên kirin.”

El-Sabah, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir piştî tertîpkirina makeqanûnê yê ku hewceye ew ê di mehên pêşîn de qerara fesihê derxînin û banga hilbijartina giştî bikin.

Parlamentoya Kuweytê, bi raya giştî ji bo 4 salê ji 50 mebûsan tê tertîpkirin. Li welêt hilbijartina herî dawîn 5ê Kanûna Pêşîn a sala 2020an de hatibû kirin. (ÎLKHA)