Li Efxanîstanê hêjmarên mirîyên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dan derket 1000 kesan

Li wîlayeta Paktîkaya Efxenîstanê ya ku erdhej pêk hatibû hêjmarên mirîyan derket 1000 kesan û hêjmarên birîndaran jî derket 1500 kesan.

Ekleme: 22.06.2022 16:25:39 / Güncelleme: 22.06.2022 16:25:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Paktîkayê ya ku ji Bahtara ajansa xebera fermî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê re xeber dan îfade kirin ku, di encama erdhejê de hêjmarên mirîyan derket 1000 kesan û hêjmarên birîndaran jî 1500 kesan derbas bûn.

Wezareta Dewletê Mesulê Bireveberîya Afetê dîyar kir, piştî erdhejê bi taybetî li gundan bi sedan mal xira bûn û ji hezarî zêdetir jî heywan telef bûn.

Hîva Sor a Efxanîstanê jî ji herêmê alîkarîyê şîyand. Di nav alîkarîya ku şîyande de jî; 4000 heb betanî, 800 heb çadir, 800 tiştên mitbexê, 800 branda, 1500 heb amûrên malê, bi sedan nivîn, belîf û kolîyên xwarinê hebûn. Hat destnîşankirin ku ew ê alîkarîyên ku li herêmê bên kirin berdewam bike.

Hat destnîşankirin ku li herêmê xebat berdewam dike û ji zêdebûna mirîyan jî endîşe tê kirin.

Ji Ahundzade ji dinyayê re banga alîkarîyê

Melle Hîybettulah Ahundzadeyê Serokê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê, derheqê erdhejê de peyamek belav kir û di peyama xwe de kerba xwe dîyar kir. Ahundzade, ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala rehmê daxwaz kir, ji bo kesên ku birîndarin jî şîfa xêrê daxwazî kir.

Ahundzade, ji Wezareta Bireveberîya Afetê ya Emîrtîyê, hemû rayedar û xelqê re bang kir û daxwaz kir ku bila hemû kesan jî beşdarê seferberîya alîkarîyê bibin.

Ahundzade, di berdewama daxuyanîya xwe de civaka navneteweyî, sazîyên xêrê, hemû sazîyên alîkarîya însanî re jî di vê rewşa trajedîyê de ji bo alîkarî ji xelqê Efxenîstanê bê kirin bang kir. (ÎLKHA)