Ji Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ji Efxenîstanê re peyama serxweşîyê

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, ji Efxenîstanê re ji ber bi hezarî zêdetir mirov di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane peyama serxweşîyê weşand.

Ekleme: 22.06.2022 15:55:38 / Güncelleme: 22.06.2022 15:55:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yapicioglu di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Ji birayên me yên ku li welatê Efxenîstan a Bira ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala daxwazîya rehmetê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa xêrê dikim.”

Yapicioglu di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Ji bona ku wan birînan bi zûtirî bên tedawîkirin û ji ortê bên rakirin lazim e ku hemû kes çi ji destê wan tê bila bike. Daxwazîya me ev e ku bila hêjmarê mirîyan zêde nebe.” (ÎLKHA)