Ciwanekî Filistînî ji teref şênîyeke îşxalker ve hat kêrkirin û hat şehîdkirin

Şênîyeke îşxalker, li Şerîaya Rojava bi kêran êrîş li Alî Hasan Harbê 27 salî yê Filistînî kir û wî şehîd kir.

Ekleme: 22.06.2022 11:40:29 / Güncelleme: 22.06.2022 11:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şênîyên îşxalker, êrîşên xwe yên bi tevî alîkarîya ku ji rejima îşxalker a sîyonîst digre û li Filistînîyan dike roj bi roj zêde dike û bi tevî van êrîşên wan xeberên şehadetê jî tê.

Ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat daxuyandin ku li herêma Selfîta Şerîaya Rojava ciwanekî Filistînî, di encama êrîşa ku ji teref şênîyên îşxalker ve bi kêran hat kirin de şehîd bû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, şênîyên îşxalker êrîş li Filistînîyên ku ji bo destdayîna ji tepikeke ku li alîyê Îskakaya Şerîaya Rojavayê ye tê kirin re bertek nîşan dan kirin. Di encama wê gelemşeyê de şênîyeke îşxalker bi kêra xwe hat cem Filistînîyan û kêra xwe di qelbê Alî Hasan Harb re kir û wî birîndar kir. Di encama êrîşê de Alî Hasan giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî digel temamê midexeleyan şehîd bû.

Di nava 7 mehê dawîn de hêjmarên Filistînîyên ku di encama êrîşên şênîyên îşxalkeran de şehî bûne jî derket 70î kesan. (ÎLKHA)