Li herêma Harkovê teqîn: 15 sîvîl mirin

Hat destnîşankirin ku di encama bombebarandina Rusyayê ya li Harkovê de 15 sîvîl mirin.

Ekleme: 22.06.2022 11:09:52 / Güncelleme: 22.06.2022 11:09:52 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Oleh Synegubovê Walîyê Harokovê, derheqê bombebarandina artêşa Rusyayê de daxuyanî da.

Synegubov, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li Chuhuîvaya 40 kîlometre nêzê Harkîvê ye, êrîşa bi hewayî hat kirin.

Di encama êrîşê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 15 sîvîl canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Pevçûnên herba Rusya-Ukraynayê di roja 118emînde berdewam dike. (ÎLKHA)