Qemyon û erebe li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn

Li Xarpetê qemyoneke ku borîyan bar dikir ji paşve li erebeyek xist û ji rê derket, dûre ket nav îstasyoneke mazotê û pompeyên mazota xira kir. Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 5 kes birîndar bûn.

Ekleme: 21.06.2022 17:25:33 / Güncelleme: 21.06.2022 17:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ki hatine bidestxistin, qemyoneke di bin kontrola B.T. de li ser rêya Gundê Meleyana Xerpetê li erebeya ku di bin kontrola C.G. de bû xist. Di encama li hev ketina erebe û qamyonê de qamyon ji rê derket û ket nav îstasyoneke mazotê û 2 pompeyên mazotê xira kir.

Di encama qezayê de 2 jê giran tev de 5 kes birîndar bûn. (ÎLKHA)