Serokatîya Bireveberîya Afet ya Efxenîstanê ji bi sedan malbatên mihtac re alîkarîyê belav kir

Serokatîya Bireveberîya Afet ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, alîkarîyên ku ji welatên cuda tên bi koordîneyî belavê kesên mihtac dikin.

Ekleme: 21.06.2022 14:45:35 / Güncelleme: 21.06.2022 14:45:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokatîya Bireveberîya Afetê, xebatên xwe yên alîkarîyê ku ji xelqê ku li giştîyê welêt piştî sexerbûna Emrîqayê feqîrî û pirsgirêka îqtîsadîyê dijîn dike re berdewam dike.

Hat destnîşankirin Serokatîya Bireveberîya Afetê, di vê çarçoveyê de li wîlayeta Badgîsê ji 500 malbatên ku mihtacin re, alîkarîyên ku hinek weqfan şîyandine belav kir.

Li Badgîsê ji malbatên mihtac ên ku di berê de navê xwe nivîsandine re alîkarîya xwarinê ya ku di nav wê alîkarîyê de jî 40 kîlo arvan, 5 kîlo şekir, 5 kîlo fesulî, 5 kîlo birinc, 5 lître rûn û 2 kîlo xurme hene belav kir.

 

Li navçeya Mîremura Daîkundîyê jî ji malbatên kesên ku di encama qezayê de canê xwe ji dest dane re alîkarîya meddî hat kirin. Di vê çarçoveyê de ji 10 malbatan re jî 15 hezar û 500 pereyê Efxanî hat belavkirin.

Hat destnîşankirin ku li Kandaharê jî, ji 254 malbatên feqîr û bêmal re alîkarîya tiştên nav malê hat kirin.

Serokatîya Bireveberîya Afetê, li wîlayeta Nangarharê jî, bi tevî hevkarîya Sazîya Parastina Zarok ya Navnateweyî betanî û amûrên nav malê yên dinê ku hatin şîyandin welêt belav kirin. (ÎLKHA)