Li Sûrîyê êrîş li otobusa ku leşkerên rejîmê tê de bûn hat kirin: 15 mirî

Hate diyarkirin ku di êrîşa ku li ser otobusekê ya li ser rêya Reqa-Humsê de 15 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest dan.

Ekleme: 20.06.2022 13:45:30 / Güncelleme: 20.06.2022 13:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûrî ragihand ku li bajarê Reqayê ya rojhilatê Sûrîyê êrîş li otobusekê hat kirin. Li gorî çavdêrxanê, di êrîşê de 15 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Li aliyê din ajansên nûçeyan ên ser bi rejîmê ve îdia kirin ku di êrîşê de 11 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku êrîş li herêma Cebel El-Bişrî ya bajarê Reqayê hatiye kirin. Heta niha nayê zanîn êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin. (ÎLKHA)