Li Hindistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan 70yî derbas kir

Li bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber lehiyê hejmara miriyan ji 70 kesî derbas kir.

Ekleme: 20.06.2022 10:50:28 / Güncelleme: 20.06.2022 10:50:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li eyaleta Assam û Meghalaya ya li bakurê rojhilatê Hindistanê hejmara kesên ku di lehî û hezazê de jiyana xwe ji dest dan derket 73yan.

Li gorî medyaya welêt lehî ji ber barana mûsonê ya bihêz rabûye û 4.2 milyon kes jê tesîrdar bûye. Derheqê 10 kesan de ku 3 jê zarok in hêj tu agahî nehate bidestxistin.(ÎLKHA)